PeyamaKurd – Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) di çarçoveya giringipêdana xwe ya bi sektora perwerdeyê de, projeyeke nû ya nûkirina dibistanan û dabeşkirina kelûpelan li Îdareya Serbixwe ya Soranê bi dawî anî.
Duh, roja Duşemê (01.12.2025), bi piştevaniya xêrxwaz "Helwest Îsa", Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî karê nûkirina sê dibistanan temam kir. Dibistanên ku hatine nûjenkirin ev in:
Li gel nûjenkirina avahiyan, tîmên BCFyê çente û pêdiviyên xwendinê li ser hemû xwendekarên van sê dibistanan dabeş kirin. Weqfê ragihand ku piştgiriya sektora perwerdehiya ji bo avakirina nifşekî bihêz di serê karên wan ên pêşîn de ye.