PeyamaKurd – Li ser rêya Tarsus-Adana-Gaziantepê qezayekî zencîre qewimî û di encamê de 13 kes birîndar bûn ku rewş 2 birîndaran girane. Ji ber baran bariyabû, rê bûbû şematek û qeza çêbû.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê û asayîşê çûn ciyê qezayê. Di qezayê de 12 erebe lihev ketin. Qeza seet li dora 18.30an de çêbû. Di nava alavên li hev ketine de otomobîl, erebên sivik yên bazirganiyê, kamyonet û Tır hene.
Tîmên pêwendîdar birîndaran birin nexweşxanên bajara Dîlokê (Entabê)