Bo damezrandina hukumeta Kurdistanê plana B li ser masê ye

Dîroka Weşanê :
Bo damezrandina hukumeta Kurdistanê plana B li ser masê ye

PeyamaKurd – Endamê Komîta Navendî yê PDKê Ahmed Kanî ragihand ku bo damezrandina hukumeta Kurdistanê berya her tiştî dixwazin ku bi YNKê re hukumetê ava bikin. Kanî ragihand ku wezareta karên nav xwe xeta sor ya PDKê ye.

Kanî di bernama Rûdawê de li ser gelek mijaran agahiyan da û di mijara wezareta nav xwe ya Kurdistanê de got ku şert wisa dixwazin ku wezaret di destê PDKê de bimîne. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, wê yên din jî çareser bibin.

Kanî got ku bo PDKê 2 babetên girîng hene. Yek ji wan parastina giraniya Kurdan li Bexdaye û ya dinê jî li gor encamên hilbijartinê damezrandina hukumetê ye. Kanî weha dewam kir:

“Her dû partî bi hev re bûn û ev bo Kurdistanê gelek destkeftiyan anî. Lê divê YNK gav bavêje û daxwazên xwe vekişîne astekî maqûl. Nabe ku partiyekî ji heqqê xwe zêdetir tiştan bixwaze.”

Ahmed Kanî got ku bi YNKê re li hev nekin, PDK bê alternatîf nîne. Di siyasetê de tişta bê îmkan nîne. Nûhkirina hilbijartinan alternatife û bijarteyên din jî hene. Partiyên ku berê gotibûn tevlî hukumetê nabin niha meyla wan li ser tevlîbûna hukumetê ye.

Dostên me dixwazin Kurd bibin yek lê ew jî zanin ku partiyekî 100 kursiyan anîbe û yek jî 40 kursiyan bidest xistibe, nabe weka hev kiryaran bikin. Ev dadwerî nîne û bo pêvajoya demokrasiyê derbeye.”

Li ser pirsa ku meqamê serokkomariyê di nav bazarê de ye an ne tê de ye, Kanî got damezrandina hukumetê û meqamên Bexdayê ji hev cudane û nabe wan tevlihev bikin. Eger her dû dosyayan bikin nav yek paketekî dibe arîşe. PDK dixwaze ku Kurd li Bexdayê yek deng bin û dengên wan beredayî neçe.