Ciwanên Kurd ên roja mirina Ataturk govend gerandibûn hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Ciwanên Kurd ên roja mirina Ataturk govend gerandibûn hatin girtin

PeyamaKurd- Li navçeya Maltepe ya bajarê Stenbolê, du ciwanên karker ên Kurd ku bi hinceta di salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk de 10ê Mijdarê bêrêzî kirine, hatin binçavkirin.

Roja 10ê Mijdarê li demjimêr 09:05ên sibehê ango salvegera mirina Ataturk deqeyek rawestana rêzgirtinê ye, lê belê wan kêliyan dîmenên wan karkerên Kurd ên li înşeatê govend gerandine li ser medya civakî belav bûn.

Piştî belavbûna wan dîmenan û giliyên neteweperestên Tirk, herdu ciwan hatin desteserkirin û niha karûbarên îfade girtina wan didome.

Li ser medya civakî derdorên Tirk banga şandina girtîgehê bo wan ciwanan dikin û Kurd jî bertekên nerazûbûnê nîşanî vê kiryara li dijî herdu ciwanên Kurd nîşan didin.