DEM Parti ji bo Adnan Selçuk Mizrakli daxwuyanî da

Dîroka Weşanê :
DEM Parti ji bo Adnan Selçuk Mizrakli daxwuyanî da

PeyamaKurd – DEM Parti di derbarê şaredarê berê yê şaredariya mezin yê Amedê Dr. Adnan Selçuk Mızraklı de daxwuyanî da ku ji sala 2019an heya niha di zîndanê de ye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku rêvebiriya zîndanê û Heyeta Çavdêriyê bila serbestiya bi kontrol ya Mızraklı bicîh bînin. Li gor daxwuyaniya heyeta çavdêriyê; gotiye ku heya niha ti nîşanekî tine ku Mızraklı ji rêxistina terorê veqetiyaye û beyanekî wî ya weha nîne û lewra tehliya wî red kirine.

Dadgehê cezayê bi 9 sal, 4 meh û 15 rojan cezayê zîndanê dabû Mızraklı û sedema wê jî ji ber endamê rêxistina çekdar ya terorê ye nîşan da.

Cezayê Mızraklı ji aliyê Yargıtayê de di Cotmeha 2024an de hatibû tesdîqkirin.