PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ji bo alîkarîkirina malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, li navçeya Çemçemalê dest bi xebatên berfireh kir. Tîmên dezgehê di çarçoveya planeke sê qonaxî de hewl didin birînên mexdûran derman bikin. Di qonaxa yekem de tîman malên di bin av û heriyê de mane paqij kirin û piştre dest bi belavkirina xwarina germ a rojane kirin. Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya BCFê Rebwar Muhyeddîn ragihand ku ew niha di qonaxa nirxandina ziyanê de ne û piştî temambûna vê proseyê, dê kelûpelên nav malê li ser welatiyan belav bikin da ku bikaribin vegerin jiyana xwe ya asayî.
Li aliyê din, Navenda Hevbeş a Kordînasyona Krîzan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên karesatê eşkere kirin. Li gorî daneyan, di lehiyên li Kerkûk, Germiyan û Çemçemalê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 19 kes birîndar bûne û ziyan gihiştiye 2 hezar û 211 xanî û bi sedan dikan û projeyan.