PeyamaKurd – Di sîta sanayiyê de bi çekan êrîşê ser dukkana hostayê radyatorê kirin û hosta Sedat E. di dukkana xwe de can da. Êrîşker reviyan û lêpirsîn hat destpêkirin.
Bûyer ber destê êvarê li navça Yenişehirê di sîta sanayiya 2em de çêbû. Li gor hatiye gotin; di wexta hosta di dukkana xwe de dixebitî 2 kesên nasnama wan nediyar bi hevre bi demançan êrîş kirine hosta û lê dane. Temamê guleyan di serê wî de lê xistine.
Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê, dema çûn ciyê bûyerê dîtin ku hosta Sedat E. di dukkana xwe de can daye
Ji bo otopsiyê cenazê hoşta birin morga tiba edlî ya Diyarbekirê.