Encama fermî ya hilbijartina Parlementoya Iraqê hat ragihandin

Dîroka Weşanê :
Encama fermî ya hilbijartina Parlementoya Iraqê hat ragihandin

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê li Bexdayê encama hilbijartina di 11ê mehê de ya ku li Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin, di civîna çapemeniyê de ragihand. Tevlîbûna nisbeta hilbijartinan % 56,11 ragihand ku nisbetekî zêde kêm e.

Koalîsyona ku serokwezîr Muhammed Şiya es-Sudani serokê wê ye bû yekem û PDK di ser 1 mîlyonekî de dengan anî û li Kurdistanê bû partiya yekem.

Sûdanî li Bexdayê bû yekem, serokê berê yê meclisa Iraqê yê partiya Teqeddumê Muhammed Halbusi bû duyem û koalisyona ku Nuri el-Maliki serokê wê ye bû sêyem. Sûdanî li Kerbela, Necefê partiya yekeme.

PDK li Mûsilê û Duhokê bû partiya yekem. YNK li Silêmaniyê bû partiya yekem û li Erbîlê bû partiya duyem.

Partiya Helwest ku ji Goranê veqetiyabû ya serokê wê Ali Heme Salihe, li Silêmaniyê 3 û li Erbîlê 2 wekîl derxist. Yekgirtû li Silêmaniyê 3 û li Duhokê 2 parlementer derxist.

Tevgera Nesla nû tenê 3 kursiyan qezenc ku ku berê 9 kursiyan derxistibû.

Kerkûk 13 parlementer derdixe ku yek ji wan aîdê Xîrîstiyana ye. Kurd kursiyekî wenda kirin. YNKê 4 kursiyan qezenc kir û PDK 1 kursiyekî bidest xist.

Li Kerkûkê Teqeddum 3, Cepha Turkmenan 2, Koalîsyona Ereb 1 û Koalîsyona Azimê 1 kursî bidest xist.

Jimara parlementerên Kurd ku di parlementoya Iraqê de cîh bistînin weha ye:

- PDK: 26

- YNK: 17

- Helwest: 5

- Yekgirtû: 4

- Nesla Nû: 3

- Komel: 1