PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir ku dest bi danûstandinan li gel Şanda Kurdî ya Hevbeş bike.
ENKSê bi boneya salvegera yekem a hilweşîna rejîma Esed daxuyaniyek belav kir,
ENKSê got ku kêfxweşiya Sûriyan bi vê rojê bi pêkanîna xwestekên wan bi dewleteke dadmend temam dibe û bang li Rêveberiya Hikûmeta Veguhêz kir, "rêbaza diyaloga cidî li gel tevaya pêkhateyên netewî, siyasî û civakî li xwe bigire û wan beşdarî biryara avakirina dewlata tê xwestin bike".
ENKS diyar kir ku "paşguhkirina serederiyê li gel doza Kurdî, ziyanê digihîne pêvajoya avakirin û aramiyê".
ENKSê, bang li Hikûmeta veguhêz kir ku dest bi diyaloga rasterast li gel Şanda Kurdî ya hevbeş bike ku nêrîneke wê ya Kurdî derbarê pêşeroja Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî de heye.
Herwiha ENKSê tekez kir ku Sûriyeya nû ya ku Sûrî dixwazin, "Sûriyeya demokratî nenavendî ye".