ENKSê bersiv da Tom Barrack û Peymana Sykes-Picot bi bîr xist

Dîroka Weşanê :
ENKSê bersiv da Tom Barrack û Peymana Sykes-Picot bi bîr xist

PeyamaKurd- Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif, bersiv da daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack ku rewşa herêmên Kurd li Rojhilata Navîn şibandibû Balkanan û gotibû, "Nenavendîbûn li Rojhilata Navîn û Balkanan bi ser neket."

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif got ku ne nenavendîbûn, navendîbûna tund bûye sedema wêraniyê û destnîşan kir ku mînakên Barrack ên li ser Iraq, Yugoslavya û Libnanê rastiyeke bingehîn paşguh dikin.

Berdevkê ENKSê got: "Nenavendîbûnê wêranî çênekiriye lê ew navendîbûna tund a ku rejîman dimeşand bûye sedema krîz û dabeşbûnan."

Yûsif da zanîn ku wan rejîman mafên neteweyî yên gelan binpê kirine û demokrasî red kirine û got got, "Heta îro jî gelên herêmê bacê didin, bêyî ku em li herêma xwe tawanên Peymana Sykes-Picotê ji bîr bikin."

Berdevkê ENKSê diyar kir, çareserî hêsan e ku ew jî "demokrasî, nenavendîbûn û bihêzkirina gelan a ji bo birêvebirina karên xwe ye."

Herwiha Yûsif bibîr xist, her çiqas gotûbêjên li ser şêweyê desthilatê li Sûriye û welatên din dirêj bikin jî vegera li sîstemên kevn ne pêkan e û wiha pê de çû: "Bê guman Birêz Tom dizane ku ezmûnên herî serkeftî yên cîhanê, ezmûnên nenavendî ne ku aramî parastine û pêşketin bi xwe re anîne."