HSD: Ne raste ku hevdîtinên li Şamê serkeftî nînin

Dîroka Weşanê :
HSD: Ne raste ku hevdîtinên li Şamê serkeftî nînin

PeyamaKurd – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser gotinên ku bo Sîpan Hemo hat gotin ku li ser hevdîtinên bi Şamê re goya daxwuyanî daye, xeber rast nînin û ragihand ku di derveyê daxwuyaniyên fermî de, tiştnên tên gotin rast nînin.

HSDê agahiyên ku bi îmza Mihrac Ural di rojanama Yeni Özgür Politika de hatine weşandin û agahiyan birine ser goya agahiyên ku fermandarê HSDê Sîpan Hemo daye, derewand û got ku ew rast nînin.

Di xeberê de hatibû gotin ku ‘rêvebiriya Şamê li hev nake’ û ‘dixwaze rejîma berê vejîne’, ev gotin rast nînin.

Navenda çapemeniya HSDê bi nivîskî daxwuyaniyekî da û got ku di rojên dawiyê de, di hinek organên çapemeniyê de, li ser hevdîtinên bi Şamê re behsa hewa heyî û naveroka wê dikin, ew agahî rast nînin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Îdîayên ku di derbarê endamê fermandariya me Sîpan Hemo de tê gotin ku gotiye hevdîtinên bi Şamê re serkeftî nînin, ev gotin bê esasin û koka wan nîne. Em wekî HSDê, hevdîtinên bo dahatûya Sûriyê bi zelalî dikin û bo xwe esas digrin. Nûçeyên weha supekulatîf, zerarê didin pêvajoya hassas ya ku dewam dike û van gotinan, ji bilî zerarê bide pêvajoyê, ti xizmetekî nake.”

Çavkaniyên HSDê ragihand ku van îfadeyan şiroveyên şexsîne an jî şaş hatine neqilkirin û heyeta fermî ya diyalogê bi Şamê re dimeşîne, di çarçova peymana 10ê Adara 2025an de, li ser esasê bingehekî erênî dimeşe.