PeyamaKurd – Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê daxuyaniya "şerê berfireh" a li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi tundî şermezar kir.
Ehmedê ev biryara Wezareta Parastinê ya rejîma Sûriyeyê wekî "şerekî qirkirinê û tunekirinê" li dijî Kurdan pênase kir.
Ehmedê destnîşan kir ku ev taxên Helebê bi sivîlan tije ne û piraniya niştecihên wan koçberên Efrînê ne ku berê ji ber şer hatine derkirin. Wê diyar kir ku tevî hemû hewildanên wan ên ji bo diyalogê û pabendbûna wan a bi "Peymana 1ê Nîsanê", aliyê Şamê hemû deriyên diyalogê girtine û rêya leşkerî hilbijartiye.
Hevseroka Têkiliyên Derve bang li gelê Sûriyeyê û ciwanan kir ku li dijî vê wêrankariyê dengê xwe bilind bikin û şer red bikin. Ev daxuyanî piştî ku Artêşa Sûriyeyê ragihand ku çeperên HSDê yên li Helebê "hedefên leşkerî yên rasterast" in, hate belavkirin.