Ji Neçirvan Barzanî peyama pîrozbahiyê: Serkeftin ya xelkê Kurdistan û Iraqê ye

Dîroka Weşanê :
Ji Neçirvan Barzanî peyama pîrozbahiyê: Serkeftin ya xelkê Kurdistan û Iraqê ye

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema PDK di hilbijartina parlementoya Iraqê de bi ser ketiye, peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Di peyamê de Nêçîrvan Barzanî, serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan, endamên partiyê û hemû destekvanên Partiyê pîroz kir.

Barzanî got ku ev serkeftin ne tenê yê PDKê ye lê yê temamê Kurdistanê û Iraqêye û bo herkesî ciyê şanaziyê û dilxweşiyê ye. Barzanî got:

“Di vê pêvajoyê de ez ji endamên PDKê û ji xwebexşan re sipasiyê dikim. Kesên ked dane û bi temamê derfetên xwe xebitîne û dengên partiya me derxistine ser 1 milyonî û sipasiya wan dikim. Ev ked, PDKê kir partiya yekem. Hun di meydanê de biser ketin û we partiya me xwurttir kir. Bi xêra we, wê dengê PDKê li Bexdayê gur derê, ji bo bicîhanîna destûrê û qewîkirina sîstema federal wê gavên bi bandor bên avêtin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bangî endamên partiyê kir û biryardariya xizmeta ji bo xelkê ya di bin serpereştiya serok Mesûd Barzanî de dubare kir. Neçirvan Barzanî got:

“Em ê mafên Kurdistanê û temamê pêkhateyên Kurdistanê biparêzin. Armanca me ew e ku em temamê Iraqê bikin welatê herkesî û bi hevre dahatûyekî rohnî ava bikin.”

Li gor rêjeyên nefermî, PDK di hilbijartina parlementoya Iraqê de dengên xwe ji 1 milyonekî derbas kir û 29 kursiyan garantî kir.