Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo Terîqeta Neqsebendî

Dîroka Weşanê :
Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê bo Terîqeta Neqsebendî

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî, sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî û malbat û terîqeta Neqşebendî re xwest.

Serok Barzanî di peyama sersaxiyê ya îro 16ê Kanûnê de wiha got:

“Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar Dr. Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî,

Malbat û terîqeta Neqşebendî

Bi xemgîniyeka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî û xûşka Cenabê Şêx Osman Neqşebendî gihîşt me.

Ez sersaxiyê ji we yên rêzdar û tevaya mirîd û mensûbatên terîqeta Neqşebendî li Kurdistanê û hemî cîhanê re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku Xudêjêraziyê bi behişta mezin şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.”