PeyamaKurd- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi sedema candana 20 leşkerên Tirkiyê di balafira leşkerî ya kargoyê de ku li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketibû, peyameke sersaxiyê weşand.
Li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama sersaxiyê bo Tirkiyeyê hate belavkirin û tê de hate gotin: “Em ji ber ketina balafira leşkerî ya li Gurcistanê sersaxiyê ji Komara Tirkiyeyê re dixwazin. Di vê dema dijwar de duayên me ji bo malbat û hevalên qurbaniyan in.”
Hêjayî gotinê ye, doh 11ê Mijdarê balafira leşkerî ya kargoyê ya bi tîpa C130 ya Tirkiyeyê li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketibû. Hate ragihandin ku 20 leşker û personelên di balafirê de can dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îro jî ragihand ku her 20 leşkerên di balafirê de mirine û nasnameyên wan hatin eşkere kirin.