PeyamaKurd- Hate ragihandin ku karwana alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) û Neteweyên Yekbûyî ji bo bajarê Kobaniyê hatin şandin.
Li gorî zanyariyan, zêdetirî 20 barhilgir alîkariyên mirovî yên BCFê û NY bi du rêyên cuda ji bo Kobanê hatine bi rê ketine.
Nûnerê NY yê Karûbarên Penaberan li Sûriyeyê Gonzalo Vargas Llosa li ser Xê nivîsî ku, karwanekê mezin ê alîkariyên mirovî bi hevahengiya Hikûmeta Sûriyeyê ji bajarê Helebê ber bi bajarê Kobanê ve çûye.
Gonzalo Vargas Llosa diyar kir: “Ew karwan ji 24 barhilgiran pêk hatiye û gelek xwarin, kelûpelên hawarhatinê û sotemeniyan hilgirtine. Ev alîkarî ji hêla ajansên NY yên li Sûriyeyê û rêxistinên nehikûmî ve hatine dabînkirin.”
Hêjayî gotinê ye, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq jî nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê anîbû ziman û gotibû: “Em nîgeran in ku hemû rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe. Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.”