Li Amûdê bîranîna 65emîn a Sewata Sînemayê

Dîroka Weşanê :
Li Amûdê bîranîna 65emîn a Sewata Sînemayê

PeyamaKurd- Di salvegera 65an a Şewat û Komkujiya Sînemaya Amûdê de, Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya bajarê Amûdê bernameyeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li cihê peykerê Sînemaya Amûdê (Şehrezad) bi amadebûna xelkê bajar, nûnerên saziyên sivîl, tevgerên çand û hunerê, rewşenbîr, helbestvan û hunermendan hat lidarxistin.

Ji bo bîranînê 20 wêneyên ku balê dikişînin ser komkujiya sînemayê hatin pêşandan. Wêne ji aliyê 11 şêwekarên endamên Platforma Gotina Azad ve hatin xêzkirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf ku yek ji şahidên komkujiyê ye, helbestek xwend û diyarî dayikên şehîdan kir.

Mihemed Emîn Ebduselam û Reşîd Fatê ku ji şahidên komkujiyê ne, behsa wê rojê kirin û diyar kirin, di wê rojê de ew ji bo temaşekirina filmekî hatibûn vexwendin, di dema pêşandana fîlmê de agir bi holê ket ku kêliyên komkujiyê hîna di bîra wan de ne.

Şewata Sînemaya Amûdê di 13yê Mijdara 1960an de li bajarê Qamişlo yê Rojvayê Kurdistanê pêk hatibû û 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn ku tê gotin, ew şewat ji aliyê rejîma Sûriyê ya wê demê ve bi zanebûn hatiye derxistin yan jî xemsarî kirine.