PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê erebeyekî bazirganî li keriya miyan xist, di encamê de ajotvan birîndar bû û 10 mîh telef bûn.
Rûdan ber destê êvarê li navça Yeşilyurtê li taxa Yakayê nêzî bazara şîrê çêbû. Tîmên tenduristiyê ajotvanê birîndar bir nexweşxanê.