Li navça Eyyubiye ya Rihayê malbatên mirovên hev pevçûn: 2 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li navça Eyyubiye ya Rihayê malbatên mirovên hev pevçûn: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Eyyubiye di navbera 2 malbatên mirovên hev de şer derket û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Li ser şer 3 kesan xistin binçav.

Şer li gundê Sultantepe qewimî û sedema şer ji ber deynan çêbû. Dema şer çêbû tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê gund.

H.İ. (43) û M.M. (50) di şer de giran birîndar bûn û bi ambûlansan ew birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Rihayê. Cendrme 3 kesan xist binçav.