Li Pîrmamê lûtkeya siyasî: Serok Barzanî û Cenabî encamên hilbijartinên Iraqê nirxandin

Dîroka Weşanê :
Li Pîrmamê lûtkeya siyasî: Serok Barzanî û Cenabî encamên hilbijartinên Iraqê nirxandin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro (01.12.2025) li Pîrmamê bi Serokê Partiya Teşrîe û Emîndarê Giştî yê Hevpeymaniya Teşrîe ya Niştimanî, Ziyad El Cenabî re civiya.

Di civînê de mijara sereke nirxandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bû. Her du serkirdeyan li ser rewşa giştî ya siyasî ya Iraq û herêmê danûstandina bîr û ramanan kirin. Herwiha, tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên navbera aliyên siyasî û giringiya beşdariya wan di proseya siyasî ya welat de hat kirin.