Li Reqayê Pevçûnên Demkî û Girtina Ciwanan Ragesiyê Zêde Dike

Dîroka Weşanê :
 Li Reqayê Pevçûnên Demkî û Girtina Ciwanan Ragesiyê Zêde Dike

PeyamaKurd – Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), piştî nîvê şeva borî li eniyên rojhilatê Reqayê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên ser bi Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê de, şer û pevçûnên demkî derketin. Pevçûn bi taybetî li eniyên gundên El-Buhemad û El-Xanim el-Elî yên li bejahiya rojhilatê Reqayê qewimîn.

Çavkaniyên SOHRê diyar kirin ku ev pevçûnên ku car caran dijwar dibin, dibin sedema zêdebûna rageşiyê li herêmê. Her du alî di navberên kurt de çekên giran û sivik bikar tînin, lê heta niha derbarê ziyanên canî de tu agahiyên fermî nehatine belavkirin.

Di heman demê de, SOHRê duh raporek belav kir ku tê de amaje bi girtina hejmarek ciwanan li xaleke kontrolê ya hikûmeta demkî li bajarokê Maadanê yê li gundewarê Reqayê dike. Li gorî raporê, hêzên ewlehiyê otobuseke rêwiyan rawestandine û dest bi kontrolkirina telefonên destan ên rêwiyan kirine.

Hat ragihandin ku piştî dîtina wêneyên girêdayî HSDê di telefonên hin ciwanan de, ew kes ji aliyê hêzên li xala kontrolê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin. Ev bûyer bûye sedema zêdebûna fikarên di nava welatiyên herêmê de, ku ji girtinên bêserûber û zêdebûna kontrolên li ser xalên leşkerî nîgeran in.