Li Rojhilatê Kurdistanê Girtiyekî Kurd Hate Bidarvekirin

Dîroka Weşanê :
 Li Rojhilatê Kurdistanê Girtiyekî Kurd Hate Bidarvekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, hikumê bidarvekirinê yê girtiyê Kurd Sasan Mêhranî li zindana navendî ya wî bajarî hat cîbicîkirin. Mêhranî berê bi tohmeta "kuştina bi qestî" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê belav kirine, înfaza Mêhranî di saetên serê sibê de pêk hatiye. Hengawê destnîşan kir ku ev girtiyê Kurd piştî ku bi tometa kuştina bi zanebûn hatibû girtin, ji aliyê dadgehên Îranê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Heta niha, nûçeya bidarvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên fermî yên hikûmeta Îranê de, bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadweriyê, nehatiye weşandin. Ev yek nîşan dide ku rejîma Îranê gelek caran hewl dide ku darvekirinan, bi taybetî darvekirina girtiyên siyasî û etnîkî, ji çavê raya giştî veşêre.