PeyamaKurd- Ji destpêka 2025an ve li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 372 kes bûne qurbaniyên guleyên bêserûber.
Li gorî rapora SOHRê, ji destpêka sala 2025an ve 239 kes bi şaşîtî û bi sedema belavbûna çek û bombeyan can dane, herwiha 133 kesên din jî birîndar bûne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li deverên di bin destê HSDê de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 53 kes bi sedema guleyên bêserûber hatine kuştin, ji wan 21 zarok in û 56 kes jî birîndar bûne.
Li herêmên di bin desthilat Hikûmeta Vehuhêz a Sûriyê de jî, 159 kes ji ber guleyên bêserûber hatine kuştin. Ji wan 54 zarok in û 73 kes jî birîndar bûne.