PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera El-Xedê tekez li ser girîngiya parastin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyên Sûriyeyê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Kanûnê pêşwaziya Serokê Tevgera El-Xedê ya Sûriyeyî Ehmed El Cerba kir.
Hate diyarkirin, herdu aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşketinên dawiyê yên Sûriye û deverê li hev guhertin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya parastin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyên Sûriyeyê hat kirin.