PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, îro 11ê Çile roja Yekşemê pêşwaziya Nûnerê Daîmî yê Iraqê li UNESCOyê Esed Turkî Suwarî kir û spasiya xwe ji bo hewl û çalakiyên nûnerê Iraqê di rêxistinê de anî ziman.
Di hevdîtinê de Nûnerê Iraqê li UNESCOyê kurteyek li ser kar û çalakiyên rêxistinê eşkere kir û bal kişand ser girîngiya nûnertîya hemû pêkhate û beşên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve ya di wê rêxistinê de.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, spasiya xwe ji bo hewl û çalakiyên nûnerê Iraqê anî ziman û di erkên wî de serkeftin xwest.
Mesrûr Barzanî, girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê bi endamekî beşdar di rêxistina UNESCOyê de jî tekez kir.