Mesrûr Barzanî: Kabîneya nû divê îradeya dengdêran û encamên hilbijartinê nîsan bide

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Kabîneya nû divê îradeya dengdêran û encamên hilbijartinê nîsan bide

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (02.12.2025) pêşwaziya Balyozê Kanadayê yê li Iraqê Christopher Bohm kir.

Di hevdîtinê de mijara sereke avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bû. Mesrûr Barzanî tekez kir ku piştî hilbijartinan "rewşeke nû" derketiye holê û ragihand: "Pêwîst e pêkhateya kabîneya nû ya hikûmetê, rengvedana encamên hilbijartinê be."

Her wiha her du aliyan behsa giringiya bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Ottawayê kirin, nemaze di warên bazirganî û veberhênanê de. Balyozê Kanadayê piştgiriya xwe ji bo proseya reforman a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî anî ziman.