PeyamaKurd– Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,y îro 13ê Mijdarê roja Pêncşemê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê giştî yê nû yê qiraliyeta Urdinê li Herêma Kurdistanê Ziyad Betarîse kir.
Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de, pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Urdinê kir û bal kişand ser girîngiya têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û piştgiriya tam ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina têkiliyên dualî tekez kir.
Konsulê Giştî yê Urdunê silavên Şah Ebdulahê Duyem û Serokwezîrê Urdunê gihandin Serokwezîr Barzanî û amadebûna xwe ji bo pêşxistina têkiliyên Urdinê bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de nîşan da.