PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kesên ku di qezaya balafireke barhilgir a leşkerî ya Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê de li Gurcistanê canê xwe ji dest dan peyamek sersaxiyê weşand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamek ku doh ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re şand de sersaxî ji Komara Tirkiyeyê re xwest.
Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyan, hikûmeta Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê re xwest.