PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi helkefta 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tekezî li ser giringiya dîrokî û çandî ya bajêr kir.
Di peyama xwe de ku îro, 14ê Mijdarê, hat weşandin, Serokwezîr Barzanî pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xelkê Silêmaniyê kir û hêviya geşbûn û pêşketineke zêdetir ji bo bajêr xwest.
Wî bal kişand ser rola Silêmaniyê di dîroka Kurdistanê de û got,
"Silêmanî, bajarekî giring, navendeke çandî û wêjeyî ya navdar e û xwedî dîrokeke tijî rûmet û şanazî di têkoşîna gelê Kurdistanê de ye, lewma hêjayî xizmeteke zêdetir e."
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî soza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir û wiha got:
"Em we piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û pêşkêşkirina xizmetên zêdetir ji bo xelkê Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên din ên Kurdistanê berdewam be."
Bajarê Silêmaniyê, ku weke "Paytexta Rewşenbîriyê" tê naskirin, di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye damezrandin. Di dirêjahiya dîrokê de, vî bajarî gelek helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên mezin pêşkêşî Kurdistanê kirine.