Nêçîrvan Barzanî bi sandeyeke leskerî ya Fransî re civiya

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî bi sandeyeke leskerî ya Fransî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General François Tricou, Nûnerê Bilind ê Fransayê li Hevpeymaniya Navneteweyî û şandeya pê re kir.

Di civînê de têkiliyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa heyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, gefên terorê, metirsiyên ku ji aliyê DAIŞê ve tên afirandin û çalakiyên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê hatin nirxandin.

Aliyan girîngiya berdewamiya hevkarî û hevrêziya hevbeş di navbera Fransa, Iraq û Herêma Kurdistanê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmî di şerê li dijî terorê de tekez kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê anî ziman û destnîşan kir ku ev piştgirî ji bo herêmê pir girîng e.