Nêçîrvan Barzanî salvegera 241emîn a avabûna Silêmaniyê pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî salvegera 241emîn a avabûna Silêmaniyê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, peyameke pîrozbahiyê ji bo xelkê bajêr belav kir. Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî rola dîrokî û çandî ya Silêmaniyê di jiyana Kurdistanê de bi bîr anî û weke "navekî diyar ê dîroka çandî û siyasî" ya gelê Kurd bi nav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku îro, 14ê Mijdarê, hat weşandin, Silêmanî weke "bajarê têkoşîn û qurbanîdanê," "paytexta rewşenbîriyê" û "navenda wêje û hunerê" pênase kir. Wî diyar kir ku Silêmanî di dirêjahiya dîrokê de her tim bajarekî bi bandor û cihê şanaziya gelê Kurdistanê bûye.

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî hêviya "pêşketin, geşbûn, avadanî û aramiyeke berdewam" ji bo Silêmaniyê û tevahiya Kurdistanê xwest.

Kurtedîroka Silêmaniyê

Bajarê Silêmaniyê her sal di 14ê Mijdarê de salvegera damezrandina xwe pîroz dike. Ev bajarê dîrokî di sala 1784an de ji aliyê mîrê Mîrektiya Baban, Îbrahîm Paşa Baban ve hatiye avakirin û navê bavê wî, Silêman Paşa, lê hatiye kirin. Beriya avakirina bajarê nû, paytexta Mîrektiya Baban herêma "Qelaçiwalan" bû, lê ji ber giringiya wî ya stratejîk û şerên di navbera Osmanî û Sefewiyan de, Îbrahîm Paşa biryar da ku paytexteke nû ava bike. Ji wê demê heta sala 1851an, Silêmanî weke paytexta Mîrektiya Baban ma.

Di sedsalên 19 û 20an de, Silêmanî bû navendeke giring a çanda neteweyî û tevgerên siyasî yên Kurd. Her wiha, di navbera salên 1922 û 1924an de, bajar bû paytexta Qiraltiya Kurdistanê ku di bin serokatiya Şêx Mehmûdê Berzencî de hatibû ragihandin. Îro, Silêmanî weke yek ji bajarên herî mezin û navendeke giring a çandî û akademîk li Herêma Kurdistanê tê naskirin.