PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojava hedefgirtina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê şermezar kir û diyar kir ku, tevî hemû bangan, hikûmeta demkî dev ji gotinên xwe yên şer bernedaye.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd Eşrefiye û Benî Zeyd ên li Helebê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de îlankirina van taxan wekî "armancên leşkerî yên rewa" ji aliyê hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta demkî ve bi tundî şermezar kir.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev gef nayên qebûlkirin, û tekez kir ku êrîş jiyana sivîlan xistine xetereyê û binpêkirina qanûna navneteweyî pêk tînin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
Em bi eşkereyî dibêjin ku Hêzên Sûriya Demokratîk li van taxan nînin. Şêx Meqsûd û Eşrefiye deverên bi nifûseke zêde ne; piraniya nifûsê Kurd in, û di nav wan de bi hezaran kesên ku bi zorê ji Efrîn hatine koçberkirin hene."
Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîş ne tenê li Helebê, lê di heman demê de li gelek deverên Sûriyeyê, di nav de herêmên peravê û başûr jî, zêde dibin.
"Ev êrîş aramiya welêt qels dikin, ewlehiya wê têk dibin û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî û çareseriyeke siyasî asteng dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend peymana 1ê Nîsanê hatibû pabendkirin jî, aliyê din erkên xwe bi cih neaniye, û dorpêç û êrîş berdewam kirine. Rêveberiya Xweser diyar kir ku Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî hemû bangên ji bo diyalogê red kiriye û "li ser zimanê gef û şer israr kiriye"
Rêveberiya Xweser got,
"Em li dijî hemû şêweyên aloziya leşkerî ne," û da zanîn ku di şeran de windakerê yekem û dawî gel e.
"Gelê Sûriyeyê ji ber şerên bi salan têra xwe êş kişandiye. Divê em derî li ber ajandeyên ku armanc dikin welêt parçe bikin, venekin."
Di daxuyaniyê de ji hikûmeta demkî hat xwestin ku vegere ser rêya diyalogê û berpirsiyariya xwe ya exlaqî û neteweyî bigire ser xwe.
Rêveberiya Xweser bi taybetî bang li ciwanan kir ku ji pevçûnên çekdarî dûr bisekinin, tundiyê red bikin û nirxên jiyana hevbeş biparêzin.
Di dawiyê de, daxuyaniyê tekezî li ser berdewamiya hevgirtina xwe bi sivîlên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê dijîn kir.
Em ê berdewam bin li ser piştgiriya çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî.”