Rejîma Îranê li Xorasana Bakur stranbêjeke Kurdî binçav kir: Aqûbeta wê nayê zanîn

Dîroka Weşanê :
Rejîma Îranê li Xorasana Bakur stranbêjeke Kurdî binçav kir: Aqûbeta wê nayê zanîn

PeyamaKurd – Çekdarên rejîma Îranê li parêzgeha Xorasana Bakur bi ser mala hunermenda Kurdî Esmer Hemîdî de girtin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî zanyariyên ji Saziya Mafê Mirov a Hengawê, bûyer roja Pêncşemê, 29ê Mijdara 2025an li bajarê Mane û Semelqanê pêk hatiye. Tîmên îstixbarata rejîma Îranê avêtine ser mala hunermenda ciwan û piştî lêgerînê ew binçav kirine.

Hengawê ragihand ku piştî binçavkirina Hemîdiyê, rûpela wê ya fermî ya Instagramê di bin kontrola saziyên ewlehiyê de hatiye girtin û hemû parvekirinên wê hatine jêbirin.

Hat diyarkirin ku Esmer Hemîdî ya ku li herêma Xorasanê wekî dengbêj û çalakvana çandî tê naskirin, bi tevlibûna xwe ya di çalakiyên folklorî û helwestên xwe yên rexneyî dihat naskirin. Hengawê bi bîr xist Hemîdî berê jî ji ber van sedeman çend caran ji aliyê navendên ewlehiyê ve hatiye gazîkirin û hişyarkirin.

Hengawê tekez kir ku heta kêliya belavkirina vê raporê jî nayê zanîn bê ka tohmetên li ser wê çi ne û li ku tê girtin.