PeyamaKurd- Ciwanê 15 salî yê bi navê Mesrûr Birîndar ku berî demekê ve ji aliyê komeke nenas ve li ser rêya navneteweyî a Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê hatibû revandin, hat berdan.
Mesrûr Brîndar piştî ku îro 14ê Mijdarê hate berdan, li bajarê Dêrikê, bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin.
Malbatê diyar kiriye ku Mesrûr piştî lêkolîn û xebata Hêzên Ewlekariyê li malbatê hatiye vegerandin û spasiya wan kir.
Hate zanîn ku ew koma Mesrûr revandibû di çend rojên dawî de 10 kes jê hatine girtin û piştî operasyonên hêzên asayîşê jî ciwanê 15 salî hatiye berdan.
Navê wê komê û sedema revandinê nehat eşkere kirin.