PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê ku protestoyên dijî rejîma Îranê berdewam dikin, bi hinceta beşdariya xwepêşandanan 10 welatiyên Kurd ku birîndar jî di nav wan de hene, hatin
Li gorî raporên çavkaniyên pêbawer, li bajarê Gîlan-Garbê 7 welatî hatin binçavkirin ku navên wan wiha ne: Elîeşref Pêşgam, Sîna Keremî, Berdîya Derwêşî, Elîşah Şêrmuhammedpûr, Sehend Şêrmuhammedpûr, Seccad Perwazî û Mehdî Ehmedî
Hate ragihandin ku Seccad Perwazî, Mehdî Ehmedî û Elîeşref Pêşgam beriya werin girtin birîndar bûne û tevî rewşa wan a giran a tenduristiyê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Dîsa li bajarê Ciwanroyê, du ciwanên 17 salî yên bi navê Sîna Ehmedî û Aso Keyxisrewî hatin binçavkirin.
Li bajarê Sineyê jî, girtiyê siyasî yê berê Behnam Fatihî ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate girtin û ji bo cihekî nenas hate veguhestin.
Heta amadekirina vê nûçeyê, tu agahî derbarê cih û rewşa tenduristiya van 10 kesan de nîne. Malbatên wan û saziyên mafên mirovan ji ber ewlehiya canê wan di nava fikaran de ne.