PeyamaKurd – Senatorê Demokrat ê Amerîkayê Chris Van Hollen ragihand ku wî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re hevdîtineke telefonî pêk aniye.
Van Hollen diyar kir ku wan li ser binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê çekdarên Ehmed Şera ve, bi taybetî yên li herêma Kobanî, gotûbêj kirine.
Senator Van Hollen bal kişand ser "berpirsiyariya exlaqî" ya Amerîkayê li hember HSDyê û tekez kir ku divê Washington zextê li Şamê bike da ku êrîşên li ser herêmên Kurdî rawestîne.
Van Hollen daxwaz kir ku berî agirbest bi dawî bibe, Amerîka navbeynkariyê bike da ku HSD bi peymaneke adil di nav sîstema hikûmet û artêşa Sûriyê de bibe xwedî statu.