Serok Barzanî: Bila Hilbijartin Bibe Derfetek Ji Bo Vegera Iraqê Ser Rêya Rast

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Bila Hilbijartin Bibe Derfetek Ji Bo Vegera Iraqê Ser Rêya Rast

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, piştî bidawîbûna hilbijartinên dema 6an a Parlamentoya Iraqê ku di 11ê Mijdara 2025an de hatin lidarxistin, peyamek pîrozbahiyê weşand.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî pîrozbahî li gelê Herêma Kurdistanê û tevahiya gelên Iraqê kir ji bo "bidawîbûna serkeftî ya pêvajoya hilbijartinan."

Serok Barzanî bi taybetî pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû xebatkarên Kurdistanê kir û got, "Ez bi dil û can pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû Iraqê dikim ji bo serkeftina pêvajoya hilbijartina Meclîsa Nûneran a Iraqê."

Di berdewamiya peyama xwe de, Serok Barzanî spasiya serkirdayetî, endam, kadro û dezgehên ewlehiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ji ber hewl û kedên wan ên bêwestan ji bo ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî aştiyane û aram bi dawî bibe.

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku encamên van hilbijartinan ji bo Iraqê bibin destpêkek nû û wiha got:

"Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin û encamên wan ji bo Iraqê bibin derfetek da ku vegere ser rêya xwe ya rast."