Serok Barzanî: Dema Guhertina Sîstema Sykes-Picot Hatiye, Êdî Bêaramî Bes E

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Dema Guhertina Sîstema Sykes-Picot Hatiye, Êdî Bêaramî Bes E

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro di Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn de got, sîstema Peymana Sykes-Picot nekarîye aramiyê bîne herêmê û "siyasetên ferzkirin û desteserkirina bi zorê ne li Iraqê û ne jî li tu welatekî din ê Rojhilata Navîn serkeftî nebûne."

Serok Barzanî bal kişand ser krîzên giran ên li Rojhilata Navîn û girîngiya dîtina çareseriyan destnîşan kir. Wî herwiha destnîşan kir ku Iraq ji destpêkê ve li ser prensîba hevkarîyê hatiye avakirin, lê ev yek nehatîye bicîhanîn, ku bûye sedema trajediyên wekî Enfalê.

Serok Barzanî Destûra Iraqê ya 2005an wekî "derfeteke zêrîn" bi nav kir, her çend kêmasiyên wê hebin jî, û piştgirî da cîbicîkirina bendên wê yên girîng, wekî avakirina Şêwra Federal, Dadgeha Bilind a Federal, û pejirandina Qanûna Petrol û Gazê, herweha cîbicîkirina xala 140.

Wî herwiha piştgiriya xwe ji pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re anî ziman û hêvî kir ku ji bo Sûriyeyê jî çareseriyek aştiyane çêbibe.

Serok Barzanî bal kişand ser gefên terorîzm, madeyên hişbir û tundûtûjiya etnîkî-mezhebî li ser herêmê, û tekezî li ser çanda hevjiyanê ya Herêma Kurdistanê kir, ku dikare bibe nimûne ji bo Iraqek pirneteweyî.