PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Pêncşemê, ji ber koça dawî ya Şemal Reşîd, birayê Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, peyameke sersaxiyê şand.
Di peyamekê ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat belavkirin, Serok Barzanî xemgîniya xwe ya kûr li ser vê nûçeyê anî ziman.
Di peyamê de hate gotin,
"Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birayê cenabê we, rehmetî Şemal Reşîd bihîst."
Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî li Serokkomar Letîf Reşîd, malbat û kesûkarên wî re kir û ji Xwedayê mezin hêvî kir ku rehmetî bi behişta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wî.