Serok Barzanî pêswaziya sandeyeke Japonî kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî pêswaziya sandeyeke Japonî kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro (02.12.2025) li Pîrmamê pêşwaziya şandeyeke bilind a Wezareta Karên Derve ya Japonyayê kir. Şanda ku ji Berpirsê Dosyeya Rojhilata Navîn Masamîçî Sûgaya û Balyozê Japonyayê li Iraqê Akira Endo pêk dihat, peyamên girîng dan.

Di hevdîtinê de, şandeya Japonî serkeftina PDKyê û bidestxistina zêdetirî yek milyon dangan wekî "nîşaneya zelal a pêgeha partiyê li nav gel" pênase kir. Her wiha, şandeyê êrîşa li ser zeviya gaza Kormorê bi tundî şermezar kir û ew wekî gefeke li dijî aramiya enerjî û aboriya herêmê bi nav kir.

Serok Barzanî spasiya helwêsta Japonyayê kir û tekez kir ku "êrîş û gef dê nikaribin karwana pêşketina Herêma Kurdistanê rawestînin." Di civînê de her wiha rewşa siyasî ya Iraqê, pirsgirêkên yasaya hilbijartinê, rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin.