Amerîkayê ji bo Kurdên Sûriye û Tirkiyê spasiya rola Serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî ligel Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Stephen Fagin û şanda pê re civiya.
Di civîna de Serok Mesûd Barzanî de ragihand, Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêmê dike.
Baregeha Barzanî da xuyakirin, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Bittner jî amade bû de, Fagin tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê di seqamgîriya Iraq û navçeyê de kir û destnîşan kir ku welatê wî dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz be û aramiya Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû aliyan de ye.
Di beşeke din a civînê de, proseya çareseriyê li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Şanda Amerîkî spasî û pêzanînên xwe ji bo rol û hewlên Serok Barzanî di piştgirîkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û xurtkirina yekrêziya wan de anîn ziman.
Serok Barzanî ragihand, proseya çareseriyê li Tirkiyeyê di berjewendiya hemû aliyan û navçeyê de ye û tekez kir, "Em bi hemû awayî piştgiriya wê proseyê dikin û ji bo serxistina wê çi pêwîst be em ê bikin."
Di hevdîtinê de, gavên avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî hatin axaftin.
Şanda mêvan ragihand ku Amerîka kêfxweş e bi rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




