Dadgeha Iraqê doz li cotkarê Kerkûkî da destpêkirin

Dadgeha Iraqê doz li cotkarê Kerkûkî da destpêkirin

PeyamaKurd – Cotkarê Kurd Mihemed Emîn, ku li Kerkûkê rastî êrişa leşkerên Iraqî hat, di doza hiqûqî de li edaletê digere, lê Wezareta Parastinê ya Iraqê li dijî wî doz vekiriye.

Di 17ê Sibata 2025an de, li herêma Sergeran a Kerkûkê, cotkarê Kurd Mihemed Emîn dema ku zeviya xwe diçand, rastî êrişekê hat. Leşkerekî Iraqî berstûka bi tundî kişand û hewl da wî ji traktorê daxîne, ku ev yek jiyana cotkar xist xetereyê. Dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî belav bûn û bertekên mezin çêkirin.

Parêzerê Mihemed Emîn, Beşar Hesen, ji ajansa nûçeyan a RUDAWê re ragihand ku her çend cotkar li dijî leşker gilî kiribe jî, Wezareta Parastinê ya Iraqê bi tohmeta “avêtina keviran a li leşkeran heqaretê li artêşê” li dijî wî dozek fermî vekiriye. Hesen ev tohmet red kirin û got ku tu delîlên qanûnî nînin.

Mihemed Emîn niha li Dadgeha Lêpirsînê ya Dubizê û Qereqola Polîsan a Sergeranê, li gorî xala 229an a Qanûna Cezayê ya Iraqê, îfade dide û li benda biryara dadwer e. Leşkerê êrişkar, yê ku berê jî li dijî cotkar gilî kiribû, piştî çend rojan girtinê serbest hate berdan. Giliyê Wezareta Parastinê ji ya leşker cuda ye.

 

 

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.