"Dronên Herêma Kurdistanê armanc kirin ji Kerkukê hatin avêtin"

"Dronên Herêma Kurdistanê armanc kirin ji Kerkukê hatin avêtin"

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku dronên bombebarkirî yên ku hefteya borî zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê armanc kirin ji navçeya Dubizê ya Kerkukê rabûn.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed di daxuyaniyekê de li ser platforma X got, "Dronên bombebarkirî yên ku hefteya borî zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê armanc kirin ji navçeya Dubizê hatin rêve kirin."

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê û milîsên Heşdî Şebî li navçeya Dubizê ya Kerkukê hene.

Di vê mehê de bi tevahî 20 êrîşên drone li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin. Heft ji van êrîşan rasterast zeviyên petrolê hedef girtin.

Li gorî daxuyaniya Ezîz Ehmed, Herêma Kurdistanê ji ber van êrîşan rojane bi qasî 200,000 bermîl petrol wenda kir.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.