Grûba meşe ya ji 12 kesan pêkdihat ket ber pêlên lehiyê û 4 kes fetisîn

Grûba meşe ya ji 12 kesan pêkdihat ket ber pêlên lehiyê û 4 kes fetisîn

PeyamaKurd – Li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê grûba meşê (Trekking) ya ku ji 12 kesan pê dihat ket ber pêlên ava lehiyê û 4 kes ji wan fetisîn. Grûb, meşa xwe li Qeredaxê li gundê Ava Sipî dikir. Navê grûba ku ji 12 kesan pêkdihat ‘Segirme’ ye.

Qeymeqamê Qeredaxê Raûf Kemal piştrast kir ku kesên ketine ber pêlên ava lehiyê jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê parastina sîvîl yê Silêmaniyê Aram Elî jî got:

“Me bihîst ku grûba bi navê ‘Sagirma’ ya ku ji 12 kesan pêk tê, ketin ber pêlên lehiyê û piştî demekî wenda bûne. Di destê me de agahî nînin bê ew di nav wê avê de avjeniyê kirin an ketin ber pêlên lehiyê.”

Qeymeqamê Qeredaxê Rauf Kemal dibêje ku tîma meşe çûye gundên Belxa jor û jêrîn. Paşî çûne gundê Ava Sipî û ketine ber pêlên lehiyê.

Li ser bûyerê, tîmên lezgîn yên rizgarkirinê şandine ciyê bûyerê.