Hêzên Îranê li bajarê Sinê jin a bi navê Noşîn Rezayî xist binçav
PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê jina ji Kamyaranê ya bi navê Noşîn Rezayî girtin û ew birin bajarê Sinê (Sanandajê) navenda binçavkirinê ya îstîxbaratê. Nahêlin bi malbata xwe re hevdîtin bike an bi parêzerê xwe re.
Li gor ragihandina Hengawê; Rezayî di 27ê Cotmehê de serê siba seet di 02.00an de girtine, birine bajarê Sinê û di zîndana Sinê de, di beşa jinan ya karantînayê de digrin.
Hengawê ragihand ku her roj ji bo lêpirsînê wê dibin daîra îstîxbaratê ya bajarê Sinê. Ne parêzer û ne malbat nikare xwe bigihînê, sûcê wê çiye kes nizane.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.