Heta dawiya salê Dihok jî dê 24 saetan ronî bibe

PeyamaKurd – Ji ber projeya Ronakiyê, 190 jeneratorên elektrîkê yên taxlên li bajarê Dihokê hatine vemirandin. Herweha biryar e ku heta dawiya vê salê, elektrîka 24 seetî bigihîje tevahiya navenda bajêr.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Elektrîka Dihokê Hazim Mihemed îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Heta dawiya vê salê, hemî taxên Dihokê dê ji projeya Ronakiyê sûdê wergirin.” Herweha got, "Niha elektrîka 15 taxan bûye 24 seet."
Cîgirê Rêveberê Elektrîka Dihokê diyar kir, “52 hezar kes li navenda bajarê Dihokê ji projeya Ronakiyê sûdê werdigin, ku dibe 45% ya nîştecihan.”
Welatî û dikandarên Dihokê jî ji aliyê din ve amaje dikin ku ew kêfxweş in ku êdî dengê jeneratoran nabihîzin û dûmana qirêj a jeneratoran belav nabe.
Herweha ji 383 jeneratorên taxan, 190 jenerator ji ber projeya Ronakiyê hatine vemirandin.
Roja 27ê Adara îsal, li her du taxên Serhildan û Berojkê yên parêzgeha Dihokê dest bi bicihanîna elektrîka 24 saetan hat kirin.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




