Heyeta Îngîltere ya di asta bilind de seredana Rêvebiriya Xweser ya Rojava kir

PeyamaKurd – Berpirsê Îngîltere ye masa Sûriyê yê siyasî Niamh Connolly û balyozê Îngîltere yê Herêma Kurdistanê yê Erbîlê Charlotte Dixon bi heyetekî xwe ve di roja 5ê Temmûzê de seredana Rêvebiriya Xweser ya Rojava kir.
Li gor ragihandina malpera înternetê ya kar û têkiliyên derve ya Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê; heyeta Îngîltere ji aliyê cîgirê hevserokê daîrê Robil Beho, endamê rêvebiriya daîrê Xalid İbrahîm, şêwrimendê deriyê Pêşxabur-Sêmalka Rojhat Elî û nûnera Yekîtiya Parastvanên Jin (YPJ) Lana Hisên de hat pêşwazîkirin.
Li gor daxwuyaniyê; her dû teref li ser rewşa giştî ya Sûriyê, pêşdeçûnên li Rojava û hevdîtinên li gel Şamê axifîne.
Di hevdîtinê de li ser entegra Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û dezgeyên otonom yên Kurdistanê ji bo bi Şamê re entegre bibin, li ser mekanizma wan û li ser bergiriya li hemberê grûbên terorîst yên wekî IŞİDê ji bo car din aktîv nebin, axifîne.
Heyeta Îngîltere ya Rojava ziyaret kir, ragihandiye ku wê HSDê û Rêvebiriya Xweser destek bikin, hevkariya xwe dewam bikin û heyet gotiye:
“Qraliyeta Yekgirtî, li hemberê IŞİDê wekî perçeyekî ji Koalîsyona Navdewletî wê têkoşînê li hemberê tehdîdên IŞİDê bide û bi HSDê û hevkarên din re hevkariya xwe dewam bikin.
Em dizanin ku rewşa mirovî ya li Rojhilatê-Bakûrê Sûriyê bi sedema şerê 13 salan ku dewam dike, gelek ketiye astekî zahmet. Qraliyeta Yekgirtî di rêya bernamên alîkariya mirovî de, ji bo sîvîlan biparêze û rewşa di kampan de baş bike, wê desteka xwe dewam bike.
Li gor pêdiviyên mirovî, em ê xebata xwe dewam bikin. IŞİD, li Sûriyê, Iraq û herêmên din tehdîdên xwe dewam dike û li ser sîvîlan îhlalên mafan didomîne.
Qraliyeta Yekgirtî li hemberê IŞİDê wekî perçeyekî ji Koalîsyona Navdewletî li hemberê tehdîdê, wê hevkariya xwe bi HSDê û hevkarên din re xebata xwe dewam bike.”
Heyeta Îngîltere her weha sipasiya HSDê û hevseroka daîra karên derve ya Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed û nûnerên Rêvebiriyê kir.
Di encama ziyaretê de, Rêvebiriya Xweser, bi belgeyekî fermî, zarokekî Îngîlîz ya ku aîdê malbatekî IŞİDê ya Îngîlîz bû, bi heyetê re belge îmza kir û zarokê teslîmê heyeta Îngîlîz kir.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




