Îstîxbarata Îranê li Sîrwanê, Kurdê bi navê Milad Feridinasab girt û şand zîndanê

PeyamaKurd – Li eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li navça Sîrwanê, îstîxbarata Îranê Kurdê bi navê Milad Feridinasab bê sedem xist binçav û paşî şand zîndana navendê ya Îlamê.
Hengawê ragihand ku Milad Feridinasab (28) ji Îlamê ji navça Sîrwanê ji Eslamiehê ye. Li Îlamê 11 roj berê îstîxbarata Îranê ew girtiye û sûc û rewşa wî ya qanûnî nayê zanîn.
Tevî ku hêzên Îranê berê gotine wê ew bi kefaletê berdin lê heya niha ti kiryarekî erênî çênebûye.
Kurdê navborî di 26ê Tîrmeha 2025an de, di wextê şevê dereng de leşkerên Îranê girtine ser mala wî, dest dane ser telefona wî û heya niha sedema girtina wî nayê zanîn.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




