Li Amedê rojnameger û DEM Partîyî hatin desteserkirin

Li Amedê rojnameger û DEM Partîyî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê, li gel 2 rojnameger û hin rêveberên DEM Partiyê, gellek kes hatin desteserkirin.

Li Amedê îro destê sibehê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta ku ji girtiyên di zindanan de ne re pare şandine, bi ser gellek malan de girtin.

Hate ragihandin ku di nav kesên ku hatine desteserkirin de rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us, endamên Encumena Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç Zûhal Ayaz, Fatma Opçîn û Mihemed Özer û Endama Odeya Şêwirmendên Darayî Songul Îpek hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku ew kes di çarçoveya lêpirsîneke sala 2021ê de hatine desteserkirin.

Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, kesên ku desteser kirine birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.