Li Çiyayê Kurdan çêkirin û paqijkirina rêyan dest pê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji bo rakirina kavilan û vekirina rêyan li Çiyayê Kurdan ê derdora Laziqiyê helmetek hate destpêkirin.
Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand ku tîmên wan dest bi rakirina kavilan û vekirina rêyan li bajarok û gundên Çiyayê Kurdan kir.
Berevaniya Sivîl diyar kir ku ew helmet bi hevakirîya nivîsgeha xizmetguzariyan li parêzgeha Laziqiyê tê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, armanca xebatê hêsankirina tevgera welatiyan, peydakirina xizmetguzariyên sereke û peydakirina jîngeheke aram ji bo vegera koçberan e.
Hêjayî gotinê ye, di salên borî de Çiyayê Kurdan rastî wêraniyeke mezin ji aliyê Rêjîma Esed a hatibû û rêjeyeke mezin ji nişteciyên wê koçber bûbûn.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




